Jina Kurd a 48 salî bûye futbolîst

12-09-2017
SERKAN İNCE
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Jin Futbolîst Gogbaz Amed Werziş
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Futbolîsta Kurd, Azîze Ay ku pêştir malbatê rê nedabû wê ku li ser leyîza fubolê berdewam be, piştî zewaca xwe di nava refên tîmeke profesyonel de ji nû  ve dest bi futbolê kir.

 

Kêm gogbaz hene ku piştî 35 saliya xwe jî di tîmeke futbolê/gogbaziyê de cih bigire. Azîze Ay a ku ji biçûkatiya xwe ve bi gogê re mijûl e û niha piştî temeneke dûr û dirêj xewn û xeyala wê pêk tê. Ew niha li Tîma Jinan a Diyarbekirsporê  golavêj e. Azîze Ay ji ber astengiyên malbatî nikare bikeve nav tîmeke gogbaziyê. Heşt salan piştî zewacê Azîze Ay di 48 saliya xwe de dikeve nav tîmeke profesyonel a gogbaziyê.

 

Azîze Ay ji şeş saliya xwe ve bi gogbaziyê re mijûl e. Lê malbata wê bi hinceta ku 'Şerm e ku jin gogê bileyîzin' rê neda ku ew di tîmeke gogbaziyê de bileyîze. Ligel vê yekê jî Ezîze Ay dev ji gogbaziyê bernade. Ew di çil saliya xwe de dizewice û hevjînê wê dereng bi gogbaziya wê agahdar dibe. Piştî agahdar dibe ji bo ew bigihêje xewn û xeyalên xwe destek didê. Di temenê 48 saliyê de xewn û xeyala wê pêk tê û ew niha golavêja Tîma Jinan a Diyarbekirsporê ye.

 

Azîze Ay ji Rûdawê re axivî û behsa serboriya xwe û leyîza fubolê kir û ragihand: "Malbata min rê nedida ez fûtbolê bileyîzim. Apê min nedihêşt. Ez ji saliya xwe heta 40 saliya xwe di nav fûtbolê de bûm. Bi topê re mijûl dibûm. Aniha mêrê min li pişt min e. Ji min re dibe alîkar. Di şeşê Sibatê de ez derketim qadên gogbaziyê. Di 48 saliya xwe de ez daketim qadên kesk. Niha ez 49 salî me."

 

Li gor antronor û mamostayên Azîzeyê, ew ji bo derdora xwe nimûneya serkevtinê ye.

 

Antronora Tîma Jinan a Diyarbekirsporê, Melek Akgul Karakûş di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got: "Azîze Ay hevaleke me ya jin e. Sala par tevlî tîma Diyarbekirsporê bû. Em bi tevlîbûna wê gellekî kêfxweş in. Tîma Jinan a Diyarbekirspor ev du sal e ava bûye. Diyarbekirspor di Lîga Sêyem de ye.  Armanca me ew e ku jinên ciwan jî di vî warî de riya wan vekirî be. Bila ev yek fikra ku jin nabe gogbaz biguherîne û bila nebêjin gog tenê lîstika mêran e."

 

Azîze Ay ji bo gogbazên din ên Tîma Jinan a Diyarbekirsporê mînak e. Hemû bi rêz û hezkirin qala wê dikin.

 

Gogbaz, Gamze Karakoç derbarê Azîze Ay de got: "Xwişka Azîze jineke gellekî jêhatî û baş e. Em li vir bi hev re dileyîzin. Ez gellek jê hez dikim. Ji me re dibe alîkar, gellek baş e."

 

Hatîce Gezîcîler jî dibêje: "Wekî diya me ye. Tiştek bibe em diçin cem wê, em jê re qala pirsgirêkên xwe dikin. Em bi hev re tiştan çêdikin. Em jê xweşhal in."

 

Li civaka Kurdistanê karmendî, werziş, huner  di her karekî de beşdariya jinan roj bi roj her diçe zêdetir dibe. Her nimûneyek serkevtî hinek din rê li ber jinan fireh dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst