Rafael Nadal di pêşbirka tenîsê de bû şampiyon

Navenda Nûçeya - Di pêşbirka tenîsê ya heyama dawîn a grand slamê de Rafael Nadal di fînala mêran a Amrîkayê de bû şampiyon.

 

Fînala mêran a pêşbirkê li New Yorkê hat lidarxistin.


Rafael Nadal (31) ê spanyolî yê ku di klasmana dinyayê de di rêza yekem de ye û Kevin Anderson ê ji Komara Efrîqaya Başûr ê ku di rêza 28emîn de ye hatin pêşberî hev.


Nadal bi setên 6-3, 6-3 û 6-4an Andersan têk bir û bû şampiyonê Amerîkayê û 3,7 milyon dolar xelat girt.


Rafael Nadal bi vê serkeftinê cara sêyem bû şampiyonê Amerîkayê.


Nadal spasiya apê xwe Tonî Nadal kir û got wî ji 3 saliya xwe pê ve perwerdeya tenîsê ji apê xwe hildaye û apê wî her tim piştgiriya wî dike.


Ji bo kesên ku di erdheja Meksîkayê ya ku roja înê bi lerza 8,1 çêbû de mirine û ji bo kesên ku di tofanên Irma û Harveyê yên li Amrîkayê de mirine jî Nadal peyama sersaxiyê da û got dem ew dem e ku ew bihêz bin.