Polîsan nehişt aligirên Amedsporê bi formayên xwe herin maçê

11-08-2024
RÛDAW
Nîşan Amedspor Forma Zer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Polîsan nehişt aligirên Amedsporê yên ku rengê zer li ser formayên wan hene herin maçê.

Tîma parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê Amedspor îro yekemîn lîstika xwe li Stenbolê bi tîma Fatih Karagumrukê re dilîze.

Li navçeya Başakşehirê ya Stenbolê demjimêr 19:15an tîma Amedspor û Fatih Karagumruk li Stada Olimpiyadê ya Ataturkê hatin pêşberî hev.

Beriya maçê bi sedan alîgirên Amedsporê ji bo temaşekirina maçê ji gelek parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çûn Stenbolê.

Polîsan bi hinceta ku rengê zer li ser formayên wan hene nehişt hinek alîgirên Amedsporê bikevin stadyûmê.

Hinek alîgirên Amedsporê yên ku rengê zer li ser formayên wan hene neçar man ku formayên xwe berovajî bikin û li xwe bikin.

Nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêr ew kêlî bi awayî zindî veguhastin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst