Aryenê Kurd bû şampiyonê Olîmpiyadan

Hewlêr (Rûdaw) – Aryen Selîmiyê ji Rojhilatê Kurdistanê li Parisê bû şampiyon û madalyaya zêrîn stand.

Aryen Selîmî doh li Olîmpiyadên Paris 2024ê di beşa tekvandoyê de derket pêşberî Caden Cunninghamê ji Brîtanyayê.

Aryen li pêşberî Caden Cunningham 2-1 bi ser ket û bû şampiyonê Paris 2024ê.

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bi rêya hesabê xwe yê Xê Aryen pîroz kir û hêvî kir ku serkeftinên wî bidomin.

Aryen li Lîstikên Asya 2024ê madalyaya zêrîn li Lîstikên Asya 2022yê madalyaya zîvîn standibû.