Lîg dest pê dike: Îro maça Amedsporê heye

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê Amedspor îro yekemîm lîstika xwe li Stenbolê bi tîma Fatih Karagumrukê re dilîze

Li navçeya Başakşehirê ya Stenbolê 11ê Tebaxa 2024an demjimêr 19:15an tîma Amedspor û Fatih Karagumruk li Stada Olimpiyadê ya Ataturkê tên pêşberî hev.

Ev pêşbirk dê bibe yekem pêşbirka Amedsporê ya sezona 2024-25an

Serokê Tîma Amedspor Aziz Elaldi doh li ser medya civakî peyamek belav kir û got:

“Bê hincet, bê lê em sibê wekî yek dilî piştgiriya tîma xwe bikin.

Ji herdem zêdetir bihêz û bi biryar em li wê derê bin.”

Amedspor sezona borî di koma Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de cih digirt û bûbû şampiyonê lîgê.