Arjantîn piştî 28 salan bû şampiyona Kupa Amerîka

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Arjantînê di fînala Kupa Amerîka de Brezîlya bi golekê têk bir û piştî 28 salan bû şampiyon.

Tîmên netewî yên Arjantîn û Brezîlyayê, îro demjimêr 03.00 li stadyuma Maracana ya li Rio ya Brezîlyayê hatin hemberî hev.

Tîma Arjantînê di xuleka 22an de bi gola Angel Di Maria ket pêş Brezîlyayê.

Di dema mayî ya pêşbirkê de dengê ti goleke din bilind nebû û Arjantîn piştî 28 salan bû xwediya wê kupayê.

Futbolîstê navdar Lionel Messi ku heta niha sê fînalên Kupa Amerîka û fînaleke Kupa Cîhanî lîstine û ji dest dan, vê carê karî serbikeve û li gel tîma xwe kupayê werbigire.

Brezîlya îsal mazûvana Kupa Amerîka bû ku ji aliyê Konfederasyona Futbolê ya Amerîka Başûr ve (CONMEBOL) tê sazkirin.