EURO 2016 – Fransa: 2 / Romanya: 1

Navenda Nûçeyan - Di yekem pêşbirka Kûpaya Futbolê ya Ewropayê (Euro 2016) tîmên futbolê Fransa û Romanya hatin hemberî hev û Fransayê bi skora 2-1 Romanya bir.


Kûpaya Euro 2016 a Ewropayê duh saet 22.00ê li Fransa bi lîstika Fransa û Romanyayê bi fermî dest pê kir.


Beşa yekem a pêşbirka bêgol encam da.


Lîstikvanê Fransayê Giroud xuleka 58emîn bi serê xwe gola yekem avêt Romanya, lê lîstikvanê Romanyayê Stancu jî xuleka 65emîn bi penaltiyê bersiva gola Fransayê da.


Xuleke mayî Payet goleke din jî li ser navê Fransayê tomar kir.


Pêşbirka Fransa û Romanyayê bi serkeftina Fransayê 2-1 qediya bi vî awayî di lîstika yekem a Euro 2016an de tîma Fransayê 3 puan bidest xist.