Fînala Lîga Şampiyonan li Stenbolê nayê lîstin

Hewlêr (Rûdaw) - UEFA biryar da ku fînala Lîga Şampiyonan li şûna Stenbolê, li Portekîzê bê lîstin.

Biryar hatibû dayîn ku fînala Lîga Şampiyonan ya îsal li stenbolê bê lîstin lê ji ber amarên zêde yên vîrûsa coronayê wek ku dihate çaverêkirin, pêşbirka fînalê dê li Stenbolê neyê lîstin.

UEFA biryar da ku pêşbirka fînlê li bajarê Portoyê ya Portekîzê bê lîstin. Herdû tîmên Înglîzî Chelsea û Manchester City ku derketibûn fînalê dê di 29ê Gulanê de li stadyûma Dragaoyê bê lîstin.

Brîtanya Tirkiyê xistibû `Lîsteya Sor` û serî li UEFAyê dabû. Ji bo ku pêşbirka fînalê ji Stenbolê bê stendin ku ev demeke di rojeva UEFAyê de bû. Brîtanyayê ji UEFAyê xwestibû ku pêşbirk li Londonê bê lîstin lê ev daxwaz nehatibû qebûlkirin, li cihê wê dê pêşbirk li Portekîzê bê lîstin.

Pêşbirka fînala Lîga Şampiyonan ya di navbera Chelsea û Manchester Cityê de biryar bû roja 29ê Gulanê roja Şemiyê li Stenbolê bihata lîstin.