Rojhilat – Yariyên 11demîn “Kûpa Helebce” dest pê kirin!

Sine (Rûdaw) – Yariyên fûtbolê yên 11demîn Kûpa Helebce li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin.

Li gorî malpera kurdpressê, duh yazdehemîn dora pêşbirka fûtbolê ya bi navê “Kûpa Helebce” li Seqizê dest pê kir.

Li gorî malperê, di yariyên îsal de 18 tîmên xortan û çend tîmên zarokan beşdar dibin. Ew meydana ku yarî tê de tên lîstin, ax e û nehatiye çîmkirin.

Yek ji organîzatorên Kûpa Helebce, ragihand, ti sazî û dezgeheke dewletê alîkariyê nade me ji ber wê jî tevahiya xercê yarî û karûbarên Kûpa Helebce ji aliyê lîstikvan û dost û alîgirên sporê ve tê dabînkirin.

Wî organîzatorî da zanîn ku ev 11 sal in Kûpa Helebce ji bo bîranîna şehîdên kîmyabarana bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê tê lidarxistin.

Par di Kûpa Helebce de 16 tîm beşdar bibûn ku tîma Qendîlê bibû yekemîn.

Roja 16ê Adara 1988ê, di encama êrişa kîmyayî ya rêjîma wê demê ya Iraqê de, bi hezaran kes li bajarê Helebce şehîd bibûn û bi hezaran kes jî birîndar bibûn, bi sed hezaran kes jî koçber bibûn.