Zanîngeha Dîcleyê bû duyemîn

Hewlêr (Rûdaw) - Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê, di pêşbirka şampiyoniya werzîşê ya Unlig Floor Curlingê de, di kategoriya jinan de bû duyemîn û di kategoriya xortan de bû sêyemîn.

Di navbera 9 - 10ê Kanûna Pêşîn de li Dîlokê pêşbirka werzîşê ya Unlig Floor Curlingê hat li darxistin.

Di pêşbirkê de Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê bi du xelat wergirtin.

Werzîşvanên jin xelata duyemîntî û werzîşvanên xort jî xelata sêyemîntiyê wergirtin.