Kûpaya Cîhanî - Mexrîb derbasî nîvfînalê bû û Portugalê jî xatir xwest

Hewlêr (Rûdaw) – Di lîstika çaryeka fînalê ya Kûpaya Cîhanî ya 2022an de Mexrîb bi encama 1-0 ji Portugalê bir û derket nîvfînalê. Portugalê jî xatir ji Kûpaya Cîhanî ku li Qatarê birêve diçe xwest.

Di pêşbika çaryeka fînalê ya Kûpaya Cîhanî ya 2022an de Mexrîb û Portugal li Stadyûma Al Thumama hatin hemberî hev.

Di xuleka 42mîn de lîstikvanê Mexrîbê yê bi navê Yûsif En Nesyerî golek li ser navê tîma xwe tomar kir. Nîva yekem a lîstikê 1-0 di berjewendiyê tîma Mexrîbê de bidawî bû.

Di nîva duyemîn a lîstikê de tevî ku tîma Portugalê gelek hewl da golekê tomar bike, lê encam neguherî.

Mexrîbê bi encama 1-0 Portugal têk bir û derket nîvfînala Kûpaya Cîhanî ya 2022an.

Mexrîbê bi vê encamê di dîroka Kûpaya Cîhanê de bû yekemîn tîma Afrîqayê ku derket nîvfînalê.

Mexrîb ku ligel Krîwatya û Belçîkayê di Koma F a Kûpaya Cîhanê de bû karî weke tîma yekem a wê komê derbikeve û piştî sala 1986an cara ewil derket tura 16an, serkeftineke nû li serkeftina xwe ya dîrokî zêde kir.