Kirwatya û Arjantîn bi penaltiyan derketin nîv fînalê

Hewlêr (Rûdaw) - Di pêşbirkên çaryeka fînalê yên Kûpaya Cîhanî ya 2022an de Kirwatya Brezîlyayê û Arjantîn jî Hollandayê bi penaltiyan têk birin û derketin nîv fînalê.

Di pêşbika çaryeka fînalê ya Kûpaya Cîhanî ya 2022an de Brezîlya û Kirwatya li Stadyûma Bajêr a Perwerdehiyê hatin hemberî hev.

Di lîstika navbera Brezîlya û Kirwatyayê de dema normal 0-0 û dema dirêjkirî 1-1 bi dawî bû. Di penaltiyan de Kirwatya bi 4-2 ji Brezilyayê bir û derket nîv fênalê û Brezîlya jî xatir ji Kûpaya Cîhanî xwest.

Di xuleke 105+1ê ya dema dirêjkirî de Brezîlya bi gola Neymar 1-0 ket pêş. Kirwatya di xuleka 117an de bi gola Petkovic skorê kir 1-1 û pêşbirk çû penaltiyan.

Di penaltiyan de golên Kirwatya ji aliyê Vlasic, Majer, Modric û Orsic ve hatin avêtin. Li aliyê din di penaltiyan de golên Berzîlyayê ji aliyê Casemiro û Pedro ve hatin avêtin, Rodrygo û Marquinhos jî ji penaltiyan sûd wernegirtin.

Kirwatya di penaltiyan de li hember Brezîlyayê 4-2 bi ser ket û navê xwe li nîv fînalê nivîsand. Brezîlya jî ku wek favoriya kûpayê dihat nîşandan di çaryeka fînalê de xatir ji kûpayê xwest.

Stêrkê Brezîlî Neymar jî di kariyera xwe ya tîme netewî de bi 77 golan gihîşt Pele.

Herwiha golparêzê Kirwatyayê Dominik Livakovic bi performans û xelaskirina penaltiyan bû lîstikvanê herî baş ê pêşbirkê.

Arjantîn bi penaltiyan ji Hollandayê bir û derket nîv fînalê

Di çaryek fînalê ya Kûpaya Cîhanê ya 2022an de, Arjantîn û Hollanda li Stadyûma Lusailê hatin pêşberî hev.

Arjantîn di xuleka 35an de bi gola Molina û di xuleka 73an de bi gola Messin 2-0 ket pêşiya Hollandayê.

Lê Hollanda di xulekên 78 û 90+11an de bi golên Weghorst skorê kir 2-2 û pêşbirk çû dema dirêjkirî.

Di penaltiyan de Arjantîn Hollandayê 4-3 têk bir û derket nîv fînalê.

Di nîv fînalê de Arjantîn bû hevrikê Kirwatyayê.

Li aliyê din Lionel Messi bi gola xwe ya ku avêt Hollandayê, Gabriel Batistuta qefalt.