Jinên Amedê dê bi teknîka Îsraîlî xwe biparêzin

10-11-2019
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Nîşan Amed Werzişa Parastinê Krav Magayê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Di bin pêşengiya Şaredariya Baglara Amedê de, ji bo ku xwe ji tundiya mêran û şelandinê biparêzin jinan dest bi Werzişa Parastinê Krav Magayê kirin.

Hosteyên Krav Magayê di vê perwerdehiya werzişê de teknîk û taktîkên bê bandorkirina êrîşkaran fêrî jinan dikin. Bi qasî 50 jin tevlî kurs û rahênanê werzişa parastinê dibin.

Durdane Beyoglu ku hevjîna Şaredarê Baglarê Huseyîn Beyoglu ye, serkêşiya vê projeyê dike.

Beyoglu ji Rûdawê re diyar kir ku ew dixwazin bi Krav Magayê jinan ji her cure tundiyê biparêzin û wiha got: "Em dixwazin jin bikaribin xwe ji êrîş û tundiyê biparêzin. Ji ber vê yekê me ev kursa werzişa parastinê da destpêkirin. Eleqeyeke pir mezin ji vê werzişê re heye. Em dê di rojên pêş de xebat û projeyên xwe yên wiha li Baglarê zêdetir bikin."

Krav Maga werzişeke parastinê ye û weke werzişa Wezareta Parastina Neteweyî ya Îsraîlê tê naskirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst