Amedspor 30 hefte ye bê alîgir dilîze

10-10-2017
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu
Amed
Amed
Nîşan Amedspor Deniz Naki Alîgir Lîstik Ceza
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF),  ev 30 hefte ne, ku cezayê lîstika bêalîgirî li tîma bajarê Amedê,  Amedsporê dibire. Her çend saziya bilind armanca cezakirinê weke bicihanîna ewlehiyê pênase bikin jî, li gor fûtbolîst û rêveberên Amedsporê ev biryar, biryarên siyasî ne û armanca saziyan têkbirina Amedsporê ye.

 

Cîgirê Serokê Amedsporê Suleyman Gokalp û tîma wî, êdî ji cezayên Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê bêzar bûne, ji ber ku ew bi tevî maça ku bi Eyupsporê re vê heftê kiribûn, 30 hefte ye maçên xwe bê alîgirên xwe dilîzin.

 

Suleyman Gokalp ji Rûdawê re ragihand: “Armanca wan bi van cezayan xerakirina morale tîmê ye, lewra navê tîma me bi Kurdî ye û em tîmeke Kurdî ne, armanca futbolê û bi tevahî sporê aşîtî û biratî ye, ne neyartî ye”

 

Lîstikvanên Amedsporê her çend pêşbirkên xwe bê alîgir bilîzin jî, ew her moral û motivasyona xwe xera nakin, di vê werzê de wan di 7 pêşbirkan de 3 serkvtin û 3 encamên wekhev bi dest xistin û niha di grûba xwe de 12 puanan kom kirine.

 

Lîstikvanê Amedsporê Sidik Îstemi diyar kir: “Ew çi qas ceza li me dibirin û sivikatiyê bi me dikin,  em bêhtir bi hêz dibin û li gor wê puan distînin, gelek alîgirên me hene li derveyê Amedê dixwazin werin me bibînin, herî zêde ez li ber vê yekê dikevim ku destê me ji wan dibe û em nikarin wan bibînin.”

 

Deniz Naki ku kaptanê Amedsporê ye, tîmên Ewropî bi pereyên gelek zêde (300 hezar euro) çend caran hewl dan ku wî transferî tîma xwe bikin, lê ji ber ku ew Amedsporê wek tîma mala xwe dibîne, dest ji tîma Amedsporê berneda.

 

Deniz Naki aşkere kir: “Futbol bi armanca qaîmkirina biratiyê ye, ew çi bikin bila bikin, emê bi tîmên li hemberê xwe re, weke bira tevbigerin.”

 

Kaptanê Amedsporê Naki herwiha dibêje: “Futbol bi alîgiran xweş dibe, alîgir xemla nav stadyûmê ne, em 30 hefte ye li derve bi tena serê xwe bê alîgir dilîzin, ji me re dibêjin ji ber ewlehiyê em vê cezayê didin we, lê ez pê nebawer im, ew têkçûna Amedporê ji xwe re dikin armanc.”

 

Amedspor niha di lîga duyem a grûsba sor de dilîze, di vê grûbê de heta niha wan 12 puan bi dest xistine, vê hefteyê roja yekşemê (15-10-2017)  Amedspor wê li bajarê Amedê tîma Kocaelîsporê biezimîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst