Xewnên Sûriyê yên kûpa cîhanê av û av çû

Hewlêr (Rûdaw) – Hilbijardeya Awûstralyayê di vavartinên qonaxa peş dawî ya gihiştina kûpa cîhanê de li hember Sûriyê 2-1 bi ser ket û ji bo çûna Rûsya 2018ê derfeteke giring bidest xist. Sûriyê jî bi vî awayî hêviyên tevlîbûna kûpa cîhanê heta 4 salên din ji dest da.


Îro Sêşem (10-10-2017), di yariya duyemîn a vavartinê ya palawantiyên Asyayê de, li Sîdneyê tîma Awûstralyayê mêhvandariya tîma Sûriyê kir.

 

Di destpêka lîstokê de futbolîst Omer Sûme di xuleka 6ê de bi navê Sûriyê golek tomar kir. Lê futbolîstê stêrkê Awûstralyayê Tim Kahîl di xuleka 13 û 119 de du gol tomar kirin.

 

Bi vî awayî yarî bi 2-1 bi fêda Awûstûralyayê bidawî bû. Di yariya yekemîn de herdu tîm 1-1 mabûn.

 

Piştî van encaman Awûstralya gihişte qonaxa dawî. Tîma Awûstralyayê dê di yariya dawiyê de derkeve pêşberê çaremînê Konkafê, ku tê pêşbînîkirin ew jî Panama be.