Alîgirên Amedsporê dîsa ji ber sirûda Tirkiyeyê hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) –  Du aligirên Amedsporê bi hinceta ku di dema xwendina sirûda neteweyî ya Tirkiyeyê de ranebûne ser pêyan hatin desteserkirin.

Îro Amedspor û Duzcespor li Amedê, li Stadyûma Tahîr Elçî hatin pêşberî hev.

Di dawiya maçê de 2 alîgirên Amedsporê hatin desteserkirin.

Hat zanîn ku ew kes bi angaşta dema beriya maçê sirûda neteweyî ya Tirkiyeyê hatiye xwendin ranebûne ser pêyan, hatine desteserkirin.

Ev alîgirên Amedsporê bi hinceta “binpêkirina nîşaneyên serweriya dewletê” sevqî dadgeha nobedar a Amedê hatin kirin.

Piştre jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Amedspor 2-0 bi ser ket

Amedspora ku di Grûpa Sor a Lîga 2yemîn de cih digire, di vê maçê de li hemberî Duzcesporê 2-0 bi ser ketibû.

Li aliyê din, beriya 2 hefteyan jî di maça navbera Amedspor û Sariyersporê de 12 kes bi heman hinceta ku dema sirûda neteweyî ya Tirkiyeyê dihat xwendin ranebûne ser pêyan hatibûn desteserkirin.