Lîstikvanekî Kurd di werzişa kickboxinga Almanyayê de deng veda

10-08-2024
Hêmin Ebdullah
Lîstikvanekî Kurd di werzişa kickboxinga Almanyayê de deng veda / Wêne: Ji dîmenan
Lîstikvanekî Kurd di werzişa kickboxinga Almanyayê de deng veda / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Aras Serdar Sindî Kickboxing Almanya Diyaspora
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Aras Serdar Sindî lîstikvanê kickboxingê ye û xelkê Başûrê Kurdistanê ye.

Ew niha li Almanyayê dijî û di giraniya xwe de xwediyê çend madalyayan e.

Aras Serdar Sindî 18 salî ye û ev heşt sal in li Almanyayê dijî, ew mêvanê Diyasporayê bû û got:

"Gava ez 8 salî bûm, bavê min ez birim fêrbûna lîstika karateyê. Min du salan lîstina karateyê xwend û baş fêrî bûm."

Aras dibêje "Piştî ku em hatin Almanyayê û li bajarê Dusseldorfê bi cih bûn, min li jêr çavdêriya mamosteyê xwe Sankovic, di giraniya 70 kîloyî de, dest bi hînbûna lîstika kickboxingê kir."

“Min bi yek derbê zora wî bir”

Aras behsa yekem qehremaniya xwe dike bê çawa pileya yekem bi dest xist û got:

"Berî heyvekê ez di rikberiyeke tund de bi lîstikvanekî Holendî re lîstim.

Ew lîstikvanekî zaf xurt bû lê ez bi karînên xwe bawer bûm. Tevahiya malbata min ji bo navtêdana min li holê amade bû.

Min bi yek derbê zora wî bir. Tiştekî pir xweş bû ji bo min, herwiha ji bo malbata min ku min cara ewil pileya yekem bi dest xist."

Armanca wî pileya yekem e

Aras Sindî diyar kir ku ew dixwaze lîstika kickboxingê berdewam bike û armanca wî jî ew e ku beşdarî hemû rikberiyan bibe û pileya yekem bi dest bixe.

Aras Serdar di dema rikberiyan de hertim li stranên Şivan Perwer guhdarî dike û dibêje "Stranên Şivan Perwer di dema lîstika kickboxingê de enerjiyê didin min."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst