Fînala Euro 2016 - Portugal bû qehreman û kûpa bir!

11-07-2016
RÛDAW
Nîşan Euro 2016 Fînal Fransa Portugal
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Îşev di yariya fînalê ya Euro 2016an de her du tîmên futbolê yên Fransa û Portugalê hatin pêşberî hev û tîma Portugalê bi gola xûleka 109 a yarîzan Eder bi ser tîma Fransa de serkevt û bû şampiyonê Ewropayê.

 

Yarîya fînalê ya Kûpaya Netewên Ewropayê, Euro 2016an îşev saet 22:00 di navbera tîma Fransa û tîma Portugalê dest pê kir.

 

Yarî di stadyoma Stade de France a Parîsê birêve çû.

 

Strêkê navdarê tîma Portugalê Ronaldo di xûleka 8 a yariyê de bi destwerdana yarîzanê Fransî Payet birîndar bû û bo dema 7 xûlekan ji yariyê derket, lê belê ji aliyê 3 pizîşkên Porugalî hat dermankirin û cardin vegeriya nav yariyê.

 

Piştî çend xûlekan û di 25mîn xûleka yariyê de ji ber zêdebûna êşa lingê xwe, Ronaldo nekarî li ser lîstikê berdewam be û bi rondikan çîmenê lîstikê terikand.

 

Yariya navbera her du tîman di 90 xûlekên asayî de wekhev bê gul bi dawî bû. Herwiha 3 xûlek dema zêde ji lîstikê re hat dayîn û di wan xûlekan de jî ti tîmekê gol tomar nekir.

 

Yariya navbera her du tîman derbasî du nîveyên 15 xûlekî bû. Di nîveya yekem de dema zêde û xûleka 109 de yarîzan Eder gol avêt derwazeya Fransa û gola yekem û ya serkevtina tîma xwe tomar kir.

 

Her du tîman berî ku bigihîjin fînala Euro 2016ê de, bi vî awayî qonaxên kûpayê derbas kirin:

 

Tîma Fransa

 

Tîma Fransa berî ku bigihîje yariya fînalê di Koma A de bi 2-1 ji tîma Romanya, 2-0 ji Albanya biribû û li gel tîma Swîsê jî 0-0 yeksan bibû.

 

Herwiha di qonaxa 1/16 a Euro 2016ê de jî bi encama 2-1 serkevtin bi ser tîma Komara Îrlandayê de tomar kiribû. Di qonaxa 1/4  de Fransa bi 5-2 tîma îslandayê şikest da û di qonaxa nîv-fînalê de ji bi encama 2-0 ji tîma bihêz a Almanyayê bir û derbasî fînalê bû.

 

Tîma Portugal

 

Tîma fubolê ya Portugalê di yariyên Koma F de lîstikên serkevtî pêşkêş nekir. Di her sê yariyên wê komê de Portugal bi tîmên rikeber re yeksan bibû.

 

Di yariya yekem a Koma F de Portugal bi Îsalandayê re lîst û 1-1 yesakn bûn. Di yariya duyem de Portugal û Nemsa ketin hemberî hev û lîstik bi encama 0-0 wekhev bi dawî hatibû. Herwiha di lîstika sêyem a wê komê de Portugal û Hungariya (Mecaristan) bi hev re lîstin û 3-3 yeksan bûn.

 

Di qonaxa 1/16 Euroa 2016ê de Portugal kete hemberî tîma Korowatiya û bi 1-0 ji wê tîmê bir û derbasî qonaxa din bû.

 

Di qonaxa 1/4 a Kûpaya Netewên Ewropayê de tîma Portugalê bi tîma Poloniya re di dema asayî û dema zêde ya yariyê de 1-1 yeksan bû û di zerbên penaltiyê de bi encama 5-3 ji wê tîmê bir.

 

Herwiha di yariya nîv-fînalê de tîma futbolê ya Portugalê kete hemberî tîma bihêz a Wêlzê û bi 2-0 ji wê tîmê bir û xwe gihande lîstika fînalê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst