Real dest jê bernade; Ji bo Neymar 350 milyon euro
Hewlêr (Rûdaw) – Çapemeniya Îspanyayê îdîa dike, ku yaneya Real Madrîdê ji bo veguhestina lîstikvan Neymar Da Silva, 350 milyon euro bide yaneya Parîs Saint Germainê.
Yaneta fransî PSG par ji bo veguhestina stêrkê brezîlî Neymar, 222 milyon euro dabû Barcelonayê.
Rojanmeya Record a îspanî ragihand, ku Real Madrîdê daxwaza veguhestinê pêşkeşî Neymar kiriye û wî jî bi germî pêşwaziya vê daxwazê kiriye.
Li gorî rojnameyê, eger herdu yane li hev bikin dê Real Madrîd ji bo veguhestina Neymar 350 milyon euroyan bide PSGê. Herwiha dê Neymar ji bo her salê jî 45 milyon euroyan ji Realê bistîne.
Di gotegotên çapemeniyê de tê gotin, ku Neymarê 25 salî bixwe jî li PSGê nebextewer e.
Stêrkê brezîlî di werzê derbasbûyî de bi navê tîma xwe di 30 yariyên fermî de lîst û 29 gol tomar kirin, 16 caran jî asîst kir.