Qeter bû şampiyonê Kûpaya Asyayê

Hewlêr (Rûdaw) – Tîma futbolê ya Qeterê di fînala Kûpaya Asyayê de tîma Urdinê têk bir û kûpa bi dest xist.

Tîmên Qeter û Urdinê di maça fînalê ya Kûpaya Asyayê ya 2023yan de ku li Qeterê hat lidarxistin, li yarîgeha Lusailê hatin hemberî hev.

Qeterê bi encama 3-1ê tîma Urdinê têk bir û bû xwediyê Kûpaya Asyayê.

Lîstikvanê Qeterê Akram Afîf di xulaka 22yemîn de bi penaltiyê gola yekem avêt.

Di nîva yekem de ti golek din nehat avêtin.

Lîstikvanê Urdinê Yazan Al-Naimat di xuelam 67an de gola wekheviyê avêt.

Hakemê Çînî Ma Ning penaltiyeke din da Qeterê û Akram Afîf ew penaltî jî kir gol.

Her dîsa lêstikvanê Qeterê Akram Afîf û dîsa bi penalitiyê di xuleka 90+5emîn de golek din avêt.

Maç bi encama 3-1ê bi dawî bû.

Ev du carên li dûv hev Qeter dibe şampiyonê Kûpaya Asyayê.

Urdui cara ewil bû ku derket fînala Kupaya Asyayê lê bi ser neket.

Qeterê karî bo cara duyemîn li pey hev şampiyoniya bi dest bixe.

Her 3 golên Qeterê ji penaltiyan hatin.