Barcelona mîna berê nikare gogvanên jîr derbixe

10-01-2018
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Tîma Lîga Îspanyayê, Barcelonayê  nasîn, êdî mîna rojên berê nikare gogvanên nû perwerde bike û li şûna wê yekê pereyeke zêde bo kirîna gogvanan xerc dike.

 

Tîma katalanî Barcelona ev demek e bi pereyên mezin gogvanan transfer dike. 


Barcelonayê demekê di tesîsên xwe de gogvanên stêrk yên ku wekî Lîonel Messî, Xavî Hernandez, Andres Iniesta û Carles Puyol perwerde dikir. 


Li gor nûçeya malpera "Transfermarkt" a Alman, tîma Barcelonayê di sezona 2017-2018an de heta niha 312,5 milyon euro pere xerc kir û di sezonekê de bû kuluba ku herî zêde pere xerc kiriye. 


Barcelonayê ji bo Coutînhoy ê Brezîlyayî 102 milyon euro da. Ji bo Dembele jî 105 milyon euro da. Ji bilî van Barcelonayê ji bo Paulînho 40 milyon, bo Nelson Semedo 30,5 milyon, bo Gerard Deulofeu 12 milyon û bo Marlon jî 5 milyon euro pere xerc kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst