Jîmnastîkvanê Kurd: Ez dixwazim li Olîmpiyadan alaya Kurdistanê bilind bikim

Hewlêr (Rûdaw) – Ciwanê Kurd Welat Emîn ku ji 12 saliya xwe ve bi jîmnastîkê re mijûl dibe, li Almanyayê di pêşbirkekê de 200 kîlo giranî rakir û bû duyemîn.

Welat Emînê ji bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê got:

“Ez dixwazim beşdarî Olîmpiyadan bibim û alaya Kurdistanê bi serbilindî bilind bikim.”

Welat Emîn li Almanyaê bi awayekî profesyonel bi jîmnastîk û haltervaniyê re mijûl dibe.

Haltervanê Kurd Welat Emîn bû mêvanê bernameya Diasporayê ya Rûdawê ku ji aliyê Hêmin Ebdulah ve tê pêşkêşkirin.

Çîroka wî bi dîtina posterê jîmnastîkvanekî dest pê dike

Welat Emîn got, “Dema ku ez li kolanê dimeşiyam, min posterê jîmnastîkvanekî dît. Ez nizanim kî bû lê laşê wî bala min kişand.

Ez vegeriyam malê û min odeya xwe veguherand salona werzîşê.”

Emîn wiha behsa xwe kir:

“Ez kengî bixwazim giraniyê hilgirim, li wêneyê werzîşvanan dinêrim û ev jî hêzê dide min. Beriya hefteyekî min 200 kîlo rakirin û îro jî min 210 kîlo rakirin.

Ez ji werzişê hez dikim. Kesên ku bixwazin vê werzişê bikin divê gelekî bixebitin.

Herwiha divê li xwarina xwe jî miqate bin. Divê her roj hinek proteîn wergirin.”

Ciwanê Kurd dibêje, kaptanê wî pê re axiviye û xwestiye ew beşdarî Şampiyoniya Cîhanê ya MPCyê bibe.

Li ser daxwaza kaptanê xwe, ew beşdarî MPCyê bû û bi rakirina 200 kîloyan li seranserî Almanyayê bû duyemîn.

Emîn herî dawî got:

“Armanca min ew e ku ez beşdarî olîmpiyadan bibim. Ez dixwazin serkeftinê bi dest bixim û alaya Kurdistanê bilind bikim.”