Amedspor vê carê jî li mala xwe bi ser ket: 2-1

09-10-2023
RÛDAW
Nîşan Amedspor Derîncespor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê li stada xwe Derîncespor 2-1 têk bir.

Tîma Amedsporê ya ku di 7 lîstikan de 19 pûan bi dest xistin, di koma xwe de yekem e.

Amedspora ku di Koma Sor a Lîga 2yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de têdikoşe, di hefteya 7emîn de li mala xwe bi Derîncesporê re lîst.

Amedsporê bi golên ku Ugur Adem Gezer bi serê xwe avêtin nîveka yekem 2-0 bi dawî kir.

Di nîveka duyem a lîstikê de Derîncesporê bi gola Volkan Altinsoy a di xuleka 85an de ferq kêm kir.

Di dema mayî de gol nehatin avêtin û Amedsporê bi encama 2-1, 3 pûan bi dest xistin.

Amedsporê bi vê serketina xwe di Koma Sor de bi 19 pûanan yekemiya xwe bihêztir kir.

Amedspor dê hefteya pêşiya me bê lîstik derbas bike.

Piştre Amedspor dê bi Karaman FKyê re bilîze.

Amedsporê hefteya borî jî li deprasmanê, li hemberî Uşaksporê bi 4-0 bi ser ketibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst