Amedsporê bi encama 2-0 Çorum FK têk bir

Hewlêr (Rûdaw) – Tîma futbolê ya Amedsporê îşev bi encama 2-0 ji tîma Çorum FK têk bir û 3 puanên giring ji xwe re misoger kirin.

Tîma futbolê ya Amedsporê û tîma Çorum FK îşev di çarçoveya lîstikên lîga duyem a futbola Tirkiyê de îşev li Çorumê hatin hemberî hev.

Lîstik di demekê de hat kirin ku tîma Amedsporê ji ber biryara cezayê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyê bi neçarî bê alîgir û temaşevan li stadyuma Çorumê amade bû.

Lîstik bi encama 2-0 di berjewendiya tîma Amedsporê de bi dawî hat.

Gola yekem a lîstikê û Amedsporê di xûleka 64an de û ji aliyê lîstikvan Serdar Eylik ve hat tomarkirin.

Di xûleka 72an a lîstikê de tîma Amedsporê guhertin di pêkhateya xwe de kir û Taner Gûmûş li cihê Gûrkan Ozturk hat nav lîstikê û di xûleka 74an de Taner Gûmûş gola duyem a tîma xwe tomar kir.

Bi bidesxistina 3 puanên lîstika îşev a li hemberî Çorumê, puanên Amedsporê bo 16 puanan bilind bûn û di rêza sêyem a lîgê de cih girt.

Tîma Çorumê jî ji rêza yekem a lîgê daket û bi 16 puanan û bi avantaja 7 golên zêde di rêza duyem de cih girt. Lê tîma Çorumê berovajî tîma Amedê ku 9 lîstik lîstine, heta niha 8 lîstik lîstine û ji bo pêşketinê û dubare bidesxistina rêza yekem, lîstika 9an jê re şansek mezin e.

Tîma Şanliurfasporê jî bi 19 puanan û avantaja 8 golên zêde di pileya yekem a lîga duyem a futbola Tirkiyê de cih girt.