Zidane amade ye bibe rahênerê Manchester United

Hewlêr (Rûdaw) – Raportên rojnamevanî yên Îngiltere eşkere kirine ku rahênerê berê yê tîma Real Madridê Zinedine Zidane amade ye ku bibe rahênerê Manchester United, eger Jose Mourinho were dûrxistin.

 

Rojnameya Miror a Brîtanî ragihandiye ku lîsteyeke futbolîstan a Zinedine Zidane heye, eger ji bo rahêneriyê Manchester United bixwaze pê re peymanekê îmze bike.

 

Miror diyar kiriye ku futbolîstê Real Madridê Tony Cros yek ji wan futbolîstan e ku Zidane di egera wergirtina Manchester United de dixwaze bi wî re peymanekê îmze bike.

 

Ji bilî Tony Cros, futbolîstên Bayern Munich Hames Rodrigues ê Kolombî, Tiago Alcantara, êrişberê tîma Paris Saint German, Edison Cavani di nav lîsteya wan futbolîstan de ye ku Zinedine Zidane dixwaze wan veguhezîne tîma Manchester United.

 

Berî niha pirsgirêka Manchester United li gel rahêner Jose Mourinho hebû, di veguhestinên havînê de çend futbolîst ji aliyê rahêner ve hatibûn xwestin, lê belê Manchester United di veguhestina wan de serkeftî nebû.