Serena Williams dest ji tenîsê berdide

09-08-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tenîsvana navdar a Amerîkî Serena Williams ku di kariyera xwe de 23 şampiyonên Grand Slamê hene, diyar kir ku ew ê piştî pêşbirka US Open ku dawîn tûrnûvaya Grand Slamê ya sezonê ye, dê ji wê werzîşê xwe dûr bixe.

Tenîsvana 40 salî Serena Williams ji kovara modayê ya Amerîkî Vogue re axivî û diyar kir ku ew kêfxweş e ku di van salên dawî de ji bilî tenîsê di warên cûda de wext derbas kiriye.

Williams eşkre kir ku ew dê piştî beşdarbûna xwe ya di 29ê tebaxê de xwe ji tenîsê dûr bixê û wiha got: "Ez ji peyva xanenîşinbûnê hez nakim. Tişta herî dijwar a ku ez xeyal dikim ev e. Ez naxwazim  ji tenîsê jî xatir bixwazim, lê ez jî dizanim ku ez ji bo qonaxa din a jiyana xwe amade me."

Williams destnîşan kir ku ew dê di hefteyên pêş de li ser vê mijarê daxuyaniyên berfireh bide, li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Instagramê peyama “Dem nêzîk bûye" belav kir.

"Yek ji werzişvanên herî berbiçav a cîhanê ye"

Li gorî nûçeya BBC, Williams wekî yek ji tenîslîstên herî navdar ên heya niha tê zanîn.

Williams, di lîsteya Forbesê de werzîşvana jin a herî dewlemend e, kompaniyeke bazirganî ava kir.

Herwiha lîstikvana tenîsê ya navdar li Los Angelesê jî piştgirîya aborî dide tîmek futbolê ya jinan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst