Diyarbekirsporê derbarê guhertina navê xwe de daxuyaniyek da

09-07-2023
RÛDAW
Nîşan Diyarbekirspor Mezopotamyaspor Serkan Genç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Diyarbekirsporê Serkan Genç derbarê guhertina navê tîmê de li ser medyaya civakî daxuyanî belav kir û got “Wek berê em dê ji niha û pê ve jî navê Diyarbekirsporê bi serbilindî bikar bînin.”

Hatibû îdiakirin ku dê Diyarbekirspor navê xwe biguherîne û bike Mezopotamyaspor.

Serkan Genç, diyar kir ku nûçe û nîqaşên di çapemeniyê de yên derbarê guhertina navê klûbê de ji agahiya klûbê derketiye holê û got “Wek berê em dê ji niha û pê ve jî navê Diyarbekirsporê bi serbilindî bikar bînin.”

Rêveberiya Diyarbekirsporê ya ku di Lîga 2yem a Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) de cih digre, ji ber nûçeyên li ser medyaya civakî yên guhertina navê Diyarberkirspor wek Mesopotamyaspor bi logoya Ermenistanê, daxuyanî da.

Serkan Genç da zanîn ku nûçe û nîqaşên di çapemeniyê de yên derbarê guhertina navê klûbê de ji bêyî agahiya kulûbê derketiye holê û amaje bi wê yekê kir ku ew bi bikaranîna navê Diyarbekira ku mazûvaniya 33 şaristaniyan kiriye û nasnava warê pêxember û sehabeyan stendiye bi serbilindî hildigrin û wiha berdewam kir:

“Wek berê em dê ji niha û pê ve jî navê Diyarbekirsporê bi serbilindî bikar bînin. Armanca me ew e ku wek roja ewil ku em ketin vê rêye vî nav û formayê giranbiha bigihînin lîgên jorê.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst