Tîma Jinan a Amedsporê li Îzmîrê biserket

09-01-2023
RÛDAW
Nîşan Tîma Jinan a Amedsporê Îzmîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê li Îzmîr a Tirkiyê Tîma Jinan a Şaredariya Konakê 1-0 têk bir.

Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê ku di Lîga Super de dilîze roja Yekşemê 8ê Çileya 2023an, Tîma Jinan a Şaredariya Konakê 1-0 têk bir.

Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê ku di Koma B ya Lîga Super a Jinan a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) da têdikoşe, di hefteya 10emîn a lîgê da li Îzmîrê bi Tîma Jinan a Şaredariya Konakê re hat hemberî hev.

Di lîstika ku li Yarîgeha Ataturkê hat lîstin de Tîma Jinan a Amedsporê bi gola Bakradze Teona ya di xuleka 35emîn de Şaredariya Konak 1-0 têk bir.

Amedsporê bi vê serketinê pûana xwe derxist 16an û bû 4emîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst