Dalkurd sê car e li ser hev serdikeve

08-11-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di Lîga 1emîn a Swêd a Koma Bakur de Dalkurd li mala xwe bi encama 3-2 Hammarby têk bir û puanê xwe derxist 58an û pileya xwe ya 2mîn jî parast.

Di yariya hefteya 28emîn a Lîga 1emîn a Koma Bakur de Dalkurdê mazûvaniya Hammarby kir.

Dalkurd di xuleka 23yemîn de bi gola Samouil Izountouemoi re bi skora 1-0 ket pêş. Lîstikavanê tîma mêvan ê bi navê Jusef Erabi di xuleka 29an de golek tomar kir û rewş skor bû 1-1.

Hammarby di xuleka 35emîn de bi gola Hofvander bi skora 2-1 ket pêşiyê û bi vê skorê beşa yekem a yariyê bidawî hat.

Nîva duyemîn bi awayekî dijwarti dest pê kir, Dalkurd di xuleka 61emîn a pêşbirkê de bi gola Koen Kostons skor ki wekhev.

Di xuleka 90+2 ya yariyê de lîstikvanê Dalkurd Dîlan Îsmaîl golek tomar kir û lîstika bi encama 3-2 bidawî hat û piştî vê lîstike Dalkurd ev sê caran e li ser hev biserdikeve.

Dalkurd di hefteya borî de Assyriska li malê bi encama 5-0 û li dûv re tîma Pitea bi encama 3-0 têk bir, di dawiya hefteya 28an de puanê xwe gihand 58an û piştî Brommapoj a xwediyê 68 puanan, di rêza duyemîn de ye.

Her wiha tîma Kurd bi 4 puanan li pêş tîma Karsdatê ya di rêza 3yemîn de ye. Di Lîga 1emîn a Koma Bakur a Swêdê de 2 hefte man. Dalkurd hefteya bê dê li mala xwe bi Hudiksvall re û hefteya dawî jî li derve bi Haninge re rûbirû bimîne.

Di dawiya salê ya koman de her du tîmên ewil ji bo sala paştir derdikevin lîga jortir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst