Alîgiran îstifaya Ersun Yanal xwestibû: Amedsporê biryara xwe eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) – Lijneya Birêvebir a Amedsporê, derbarê Ersun Yanal biryara xwe eşkere kir ku piştî têkçûna li hemberî Eroksporê bûbû hedefa alîgirên wê tîma Amedê.

Amedspor û Esenler Erokspor berî du rojan li Antalyayê di maça Hefteya 8emîn a Lîga Yekemîn de hatin pêşberî hev.

Amedspor li hemberî û Esenler Eroksporê bi encama 4-0 têk çû û ev bû sedema nerazîbûna alîgir û dildarên Amedsporê.

Her wiha ev encam û encamên berê jî bûn sedema ku Rahênerê Amedsporê Ersun Yanal bibe hedef.

Alîgirên Amedsporê ji Lijneya Birêvebir a Amedsporê xwest ku Ersun Yanal îstifa bike.

Lê Lijneyê bi daxuyaniyekê bersiva banga îstifayê da û li Ersun Yanal xwedî derket û her wiha ji alîgirên jî xwest ku hinekî din sebir bikin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Me wekî Lijneya Birêvebir a Amedsporê, pêwîst dît ku derbarê bertekên alîgirên xwe û civaka xwe yên piştî maça Esenler Eroksporê daxuyaniyekê bidin ku em bi encama 0-4 têk çûbûn.

Me destpêka sezonê bi dirûşma Lîga Super Hedef e dest pê kir û me bi rahênerê xwe Ersun Yanal re li hev kir.

“Yanal bi kedeke mezin xebitiye”

Ersun Yanal bi kedeke mezin xebitiye û xebata xwe hîn jî berdewam dike.

Lê ji ber encama maça bi Eroksporê re, em bi tîma xwe ya teknîkî û futbolîstan re civiyan û me nirxandineke berfireh kir.

Em wekî Lijneya Birêvebir ji raya giştî re radigihînin ku em di vê heyama dijwar de, li kêleka ekîba xwe ne lê em hêvî dikin ku disîplîneke kar û motîvasyoneke baştir hebe da ku tîma me ji armancên xwe dûr nekeve.

Her wiha me ji bo vê yekê hemû hişyariyên pêwîst jî dan.

“Bi sebir bin”

Armanca Amedsporê her tim serkeftin bûye û dema ku ber bi vê armancê ve diçe, helbet dibe ku demên dijwar jî hebin.

Ya girîng ew e ku civaka me di van pêvajoyan de bibe yek û baweriya xwe bi ekîba me, bi yekîtî û hevgirtinê bîne.

Hêviya me ji alîgirên me ew e ku xwedî li tîma xwe derkevin û sebir bikin û di vê rêya serkeftinê de piştgiriya xwe kêm nekin.

“Werin em bi hev re bin”

Em wekî Lijneya Birêvebir di wê baweriyê de ne ku bi piştgiriya civaka xwe û îradeya ekîba xwe em dê van xalên şikestinê derbas bikin û serkeftinên ku em dixwazin bi dest bixin.

Di dawiyê de em bangî civaka mezin a Amedsporê dikin: Werin em bi hev re bin, bibin yek û vê tîmê bigihînin serkeftinê.”