Tokyo: Malovana yariyên olîmpîka 2020

08-09-2013
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di hevrikiya navbera bajarên Tokyo, Madrîd û Stenbolê de bo malovaniya yariyên olîmpîka 2020, bajarê Tokoyo li hember hevrikên xwe biser ket.

Hilbijartinên malovaniya yariyên olîmpîka 2020 duh (07.09.2013) bi beşdarî gelek welatan li bajarê Boyni Ayrisa paytexta Arjantînê hat sazkirin.

Di dora yekem a hilbijartinan de ku li ser bajarên Stenbol, Tokyo û Madrîd hat sazkirin, Tokyo û Stenbol derbasî fînalê bûn.

Di fînalê de Tokyo bi 60 dengan li hember 36 dengên Stenbolê bi ser ket û bi vî awayî wek malovana yariyên olîmpîka 2020 hat destnîşankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst