Mazûvanê Kûpaya Cîhanê xatir ji şampiyonayê xwest

Moskow (Rûdaw)  - Di Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an de Rûsya ku mazûvanê şampiyonayê dike Tîma Xirwatê bi penaliya jê bir û xatir ji şampiyonayê xwest.

 

Tîma Rûsya û Tîma Xirwatê li yarîgeha Fisht hatin pêşberî hev.


Rûsya di xuleka 32yem de bi gola Cheryshev ket pêş. Piştî 7 xulekan Xirwatê bi gola Kramaric bersiva Rûsyayê da û encam bû wek hev. Nîva yekem a yariyê bi encama 1-1 bidawî hat.


Di nîva duyem de jî encam nehat guhertin û dema yariyê hat dirêjkirin.


Bi gola Domagoj Vida Tîma Xirwatê di xulaka 100em de ket pêş. Lîstikvanê Rûsyayê Mario Figueura Fernandes di xulaka 115em de golek avêt tora Xirwatê û emcam kir 2-2. Di dema dirêjkirî de jî ti aliyek serneket û yarî derbasî penaltiyan bû.


Di encama penaltiyan de Xirwatê ji Rûsyayê bir, mazûvanê Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an xatir ji şampiyonayê xwest.


Tîma Xirwatê ku di penaltiyan de bi encama 4-3 ji Rûsyayê bir, dê di nîvefînalê de derkeve hemberî Îgiltereyê. Ev milmilane dê 11ê tîrmehê roja çarşemê li Yarîgeha Luzhnikî ya Moskowê were leyîstin.