Îşev “fînal”a kûpa cîhanî ya 2014an tê lîstin

Hewlêr (Rûdaw) – Di çarçoveya lîstikên kûpa cîhanê ya Brêzîliya 2014an de, tîmên Brêzîliya û Almanya îşev tên hember hev. Pisporên sporê dibêjin, lîstika îşev “fînaleke zû” ye.

Di qonaxa nîvfînalê ya kûpa cîhanî ya 2014an de, Brêzîliya û Almanya dê îşev saet 11:00 bi dema Hewlêrê werin hemberî hev.

Lîstik dê li yarîgeha Cofêrnado Magalîs li bajarê Bîlo Horîzontî yê Brêzîliyayê were lîstin.

Her tîma ku lîstika îşev bibe derbasî fînalê dibe.

Çavdêr û pisporên sporê dibêjin, lîstika Almanya û Brêzîliya dê bibe fînaleke zû çimkî her du tîm jî gellekî bihêz û xurt in û her du jî doza şampiyoniyê dikin.

Lîstika din a qonaxa nîvfînalê dê di navbera Arjantîn û Hollanda de tê lîstin.