Real Madridê du xal ji dest dan

08-01-2018
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Di hefteya 18emîn a Lîga Yekemîn a Futbolê ya Îspanyayê (La Lîga) de Real Madrid li deplasmanê bi Celta Vigo re 2-2 weke hev man.


Di pêşbirka li Stada Balaidos de Celta Vigoyê mazûvaniya Real Madridê kir. 


Di xuleka 33emîn a pêşbirkê de Iago Aspas pas da Daniel Wass û wî jî li hemberî Real Madridê ev pas kir gol û tîma xwe 1-0 pêş xist.


Real Madridê jî di xuleka 36emîn de bi gola Gareth Bale bersiv da Celta Vigoyê. Real Madrida ku bi tenê 3 xulekan şûnda skor wekî hev kir, dîsa di xuleka 38emîn de bi gola Gareth Bale 2-1 ket pêşiyê bû û bi vî awayî dewreya yekemîn qediya.


Di xuleka 82yemîn de ji Celta Vigoyê Daniel Wass pas da Maxi Gomez û wî jî ev pas kir gol. Di dema mayîn ea jî ji xeynî van gol nehatin tomarkirin û pêşbirk 2-2 beramber bidawî bû.


Bi vê skorê xalên Real Madridê derket 32an û herwiha bi vî awayî ferqa di navbera wê û pêşîkêş Barcelonayê de bû 16 pûan. Barcelonayê jî di hefteya 18emîn a lîgê de Levante kir mêvan û 3-0 ew bir. 48 xalên Barcelonayê heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst