Kupaya Cîhanî - Portugal bi 6 golan derbasî qonaxa çaryeka fînalê bû

07-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di berdewamiya Kûpaya Cîhanî ya 2022an de ku li Qeterê tê lidarxistin, duh lîstika dawî ya gera 16an di navbera Portugal û Swîsreyê de birêveçû û Portugalê bi encama 6-1 ji tîma Polandayê bir û bo qonaxa çaryeka fînalê serket.

Li Stadyuma Lusail di lîstika dawî ya gera 16an a Kûpaya Cîhanî ya 2022an de, her du tîmên Portugal û Swîsre hatin hemberî hev.

Tîma Portugalê hêj destpêka lîstikê serweriya xwe nîşan da û lîstikvanê wê Goncala Ramos di xuleka 17emîn de golek tomar kir û tîma xwe 1-0 derxist pêş.

Lîstikvanê Portugalê Bruno Fernandez jî di xulaka 33yê de golek avêt û encama nîva yeke bi skorê 2-0 bidawî hat.

Di nîveya duyem a lîstikê de Goncalo Ramos di xuleka 51ê de, Raphael Guerreiro di xuleka 55an de du gol bo tîma Portugalê tomar kirin û Fransa bi 4 pêş ket.

Lîstikvanê Swîsreyê yê bi navê Manuel Akanji jî di xuleka 58an de tekana gol li ser navê tîma xwe tomar kir.

Lîstikvanê Portugalê Goncalo Ramos dîsa derket hol gola xwe ya sêyemîn û ya tîma xwe jî ya 5emîn avêt.

Di xuleka 90mîn de jî lîstikvanê Portugalê Rafael Leao golek tomar kir. Tîma Portugalê  bi encama 6-1 ji tîma Swîsreyê bir û derbasî qonaxa çaryeka fînalê bû.

Di çaryeka fînalê de Portugal û Mexrib dê derbikevin hemberî hev.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst