Rûsyayê li dijî Komîteya Olîmpiyatê ya Navneteweyî doz vekir

07-11-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Nîşan Komîteya Olîmpiyatê ya Navneteweyî Komîteya Olîmpiyatê ya Rûsyayê
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Komîteya Olîmpiyadê ya Rûsyayê li dijî Komîteya Olîmpiyatê ya Navneteweyî doz vekir

Komîteya Olîmpiyatê ya Navneteweyî (IOC) ragihand ku ew li hemberî Komîteya Olîmpiyatê ya Rûsyayê (ROC) helwesta xwe ya hişk didomînin.

6ê Çiriya Paşîn Dadgeha Hakeman a Werzîşê îtiraza Komîteya Olîmpiyadê ya Rûsyayê li dijî biryara IOCyê ya rawestandina endamtiya wê tomar kir.

Lêbelê, IOCyê ragihand "Em bi tundî li ser helwesta xwe ya ku di derbarê Komîteya Olîmpiyatê ya Rûsyayê de hatî girtin radiwestin."

Komîteya Rêvebir a IOCyê 12ê Çiriya Pêşîn endamtiya Komîteya Olîmpiyadê ya Rûsyayê heta daxuyaniyeke din rawestandibû.

Sedem ew bû Komîteya Rûsyayê encûmenên olîmpiyatê yên Komarên Gel ên Donetsk û Luganskê û herêmên Zaporojye û Xerson bi xwe ve girêdaye.

Piştî giliyê Komîteya Olîmpiyatê ya Neteweyî ya Ukraynayê, IOCyê biryara rawestandina endamtiya Komîta Rûsyayê da.

Komîteya Navnetewî dayîna wê cezayê weha rave kir:

“Tevlîkirina encumenên olîmpiyatê yên herêmên Donetsk, Lugansk, Xerson û Zaporojye di Komîteya Olîmpiyatê ya Rûsyayê de yekpariya axa Komîteya Olîmpiyata Neteweyî ya Ukraynayê binpê dike."

Ji aliya din ve Rûsyayê bi fermî ji bo beşdarîkirina di olîmpiyayên 2024an ên li Parîsê de jî nehat vexwendin.

Lêbelê, IOCyê ragihand ku eger werzişvanên Rûs li dijî operasyona taybet a Rûsyayê ya li Ukraynayê derkevin, wê gavê ew dikarin beşdarî olîmpiyatê bibin.

Wezareta Derve ya Rûsyayê biryara IOCyê ya derbarê werzişvanên Rûsî de cudakariya li ser bingeha neteweyî bi nav kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst