Tîma Jinan a Hakkarîgucu bi kadroya nû dest bi sezona nû dike

Hewlêr (Rûdaw) - Ji tîmên Lîga Futbolê ya Jinan a Turkcellê, Hakkarîgucu 9 futbolîst transfer kir û bi kadroya xwe ya nû, xwe ji bo sezonê amade dike.

Hakkarîgucuya ku dixwaze di lîgê de performansa xwe ya serkeftî ya salên dawî îsal jî bidomîne guherînan dike.

Hakkarîgucuyê di vê çarçoveyê de rêya xwe bi 11 lîstikvanan veqetande ku 8 ji wan biyanî bûn.

Herwiha tîmê 9 lîstikvanên nû transfer kirin ku ji wan 5 ji Afrîkayê ne.

Tîm bi lîstikvanên biyanî yên nû ku ji Burkina Faso, Gana, Botsvana û Zambiyayê transfer kir, li Saheya Futbolê ya Merzanê ya li Colemêrgê amadekariyên xwe didomîne.

Berpirsa Teknîkî ya Hakkarîgucuyê Cemîle Tîmûr diyar kir ku ew hewl didin ji bo sezona nû tîmeke baş çêkin.

Cemîle Tîmûr her wiha got ku piraniya kadroya par nû kir.

Hakkarîgucuyê sibe dê mazûvaniya Fatîh Vatan Sporê bike.