Amedspor dîsa bi ser ket: Gaveke din nêzîkî şampiyoniyê bû

07-04-2024
RÛDAW
Nîşan Amedspor Înegolspor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amedspora ku di lîga duyemîn a Tirkiyeyê de di rêza yekem de cih digire li mala xwe mazûvaniya Înegolsporê kir û bi skora 5-2 ew têk bir.

Piştî vê encamê gaveke din nêzîkî şampiyoniyê bû.

Tîma keskûsor a bajarê Amedê Amedspor îro saet 15:00an li stada xwe mazûvaniya tîma Bursayê Înegolsporê kir.

Lîstikvanê Amedê Berk Îsmaîl Unsal di deqîqeya 12an de golek avêt.

Piştî wê golê bi 2 deqîqeyan Mert Çapar jî golek avêt û Amedspor bi 2 golan ket pêş.

Di deqîqeya 25an de hakem biryara penaltiyê da û lîstikvanê Amesporê Ugur Adem Gezer ji penaltiyê goleke din avêt.

Li ser navê Înegolsporê di deqîqeya 30î de Furkan Ozyap û di deqîqeya 38an jî de Serhat Baştan gol avêtin.

Nîva yekem a maçê bi skora 3-2 bi dawî bû.

Lîstikvanê Amedsporê Mert Çapar di deqîqeya 47an de skor kir 4-2.

Berk Îsmail Unsal di deqîqeya 52yan de goleke din jî avêt.

Lîstik bi 5-2 bi serkeftina Amedsporê bi dawî bû.

Amedsporê di Koma Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de bi vê skorê cihê xwe yê yekem parast û gaveke din nêzîkî şampiyoniyê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst