TFFê siza li 3 futbolîst û rêveberekî Amedsporê birrî

Hewlêr (Rûdaw) – Roja 2ê Nîsanê di lîstika navbera Amedspor û Fenerbahçeyê de alozî derketibûn. Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) ji ber wan aloziyan biryara sizadana 3 futbolîst û rêveberekî teknîkî yên tîma Amedsporê da.

Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) ji ber aloziyên lîstika di 17mîn hefteya Lîga Super a Turkcell a Jinan de ya navbera tîma Fenerbahçe û tîma Amedsporê siza li ser rêveberekî teknîkî û 3 futbolîstên tîma Amedsporê sepand.

Li gor biryarê futbolîstên tîma Amedê, Hêvîdar Odugit, Sultan Demir, Ebru Dolu û herwiha rêveberê teknîkî yê tîmê Kenan Bayram hatine sizadan û bo dîsîplînê hatine şandin.

Di 17mîn hefteya Lîga Super a Turkcell a Jinan de ya navbera tîma Fenerbahçe û tîma Amedsporê, Fenerbahçeyê di xuleka 90+8an de bi gola penaltiyê ya Kenya Cordner 2-1 Amedspor têk biribû.

Piştî gola penaltiyê, alozî di navbera futbolîstên Amedsporê û Fenerbahçeyê de derketibû.

Hêzên Polîsan midaxeleyî pevçûnê kiribûn û lîstikvanên Fenerbaçeyê ji stadyumê derxistibûn.