Futbolîstê Kurd ê 14 salî bûye rojeva klubên fotbulê yên cîhanê

Hewlêr (Rûdaw) - Klubên fotbulê yên cîhanê dixwazin fotbulîstê Kurd ê 14 salî Ehmed Osman bikirin ku niha di tîmeke ewropî de dilîze.

Ciwanekî Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê li Swîsreyê bûye werzişvanekî navdar ê futbolê.

Ehmed Osman ê 14 salî xelkê Rojavayê Kurdistanê û ji bajarokê Tirbesipiyê ye û niha golparêzê tîma Basel a Swîsreyê ye.

Ev ciwanê Kurd sala 2014an tevî malbata xwe çûye Swêsreyê û ji wê demê ve mijûlî werzişê ye, di 11ê meha 12 sala 2019an de girêbesteke girîng ligel tîma yekem a Swîsereyê, tîma Basel îmze kiriye.

Ji niha ve gelek tîmên navdar ên cînahê çavê xwe berdane Ehmed Osman û dixwazin wî bikirin, lê li gor qanûna FIFA eger temenê lîstikvan18 salan derbas neke, nabe bê kirîn yan firotin.

Ehmed dixwaze di dema bê de ligel tîma Liverpol a Îngilistanê bilîze û herweha dixwaze bibe golparêzê tîma niştîmanî ya Swîsreyê.

Ehmed Osman bi rêya Skype beşdarî Bultena Rojava ya Rûdaw TV bû û ragihand, wî ji 7 saliya xwe ve dest bi rahênana li ser futbolê kiriye û diyar kir, di xwepêgehandina li ser futbolê de bavê wî gelek alîkariya wî kiriye.

Wî werzişkarê Kurd diyar kir, wî niha girêbestek bo dema 2 salan bi tîma Basel a Swîsreyê îmze kiriye û piştî du salan dê tîm nirxandinê bo asta wî bike û eger ji rewşê razî bin û herdu alî li hev bikin, dê girêbestê dirêj bikin.

Ehmedê 14 salî da zanîn, ku ji bilî tîma Baselê hin tîmên din ên navdar hebûne ku xwestine pê re girêbestê bikin û diyar kir, yek ji wan tîman, tîma Beşiktaş a Tirkiyê bû, lê wî qebûl nekiriye.

Derbarê sedema qebûlnekirina daxwaza tîma Beşiktaşê de, Ehmed ji Rûdawê re got, “ji ber ku ez kurdim, min qebûl nekir”, weke amajeyekê ku Beşiktaş tîmeke Tirkiyê ye.