Êrîşên nijadperest ên li dijî Amedsporê gelek karvedan bi xwe re anîn

Amed (Rûdaw) – Erîşa nijadperest a li dijî tîma Amedsporê gelek karvedanan bi xwe re anî. Piştî vegera ji Bûrsayê alîgirên Amedsporê li Balafirxaneya Amedê bi silogan û coşeke mezin pêşwaziya tîma xwe kirin û bi karvanek dirêj heta yarîgeha Şêxmûs Ozer a Amedsporê bi otobusa tîma Amedsporê re meşiyan. Herwiha temamî pêkhateyên platforma parastin û pêşxistina Amedê ku ji 85 sazî û rexistinên civaka sivîl pêktên bi daxûyaniyek hevpar kiriyarên nijadperest ên li dijî Amedsporê protesto kirin û rexne li rayedarên fermî anîn û gotin ev yek divê ji Bûrsasporê re nemîne ku ev rûdanên bi vî rengî dubare nebin.

Tîma Amedporê ku li bajarê Bûrsayê hem berî yariyê li otelê rastî êrîşê hatibûn hem jî di dema leyîstina yariyê de li yarîgeha Bursasporê ji aliyê lîstikvanên Bursasporê ve rastî erîşa fizîkî û devkî hatibûn û sloganên nijadperest li dijî wan hatibûn bilindkirin. Li Balafirxaneya Amedê ji aliyê alïgirên xwe va bi coş dilgermî  hatin pêşwazîkirin.

Dayîkek a alîgira Amedsporê dibêje: “Futbol leyîstika biratî û aştiyê ye.Tişta ku Bursayê da nîşandan ne di însaniyetê, ne di hikûk de ne jî di erd û esman de heye.”

Alîgirê Amedsporê Bîlal Elîaçık jî got: “TFF (Federasyona Fûtbolê aTirkiyê) dibinin jî tu daxuyaniyek nedane.”

Alîgirê Amedsporê Servet Akçîçek jî anî ziman: “Em wek barîkat ji bo Amedsporê her dem hazir in. Em tundiyê naxwazin. Em biratî dixwazin em dibêjin bila şer û tunî nebe.”

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî li ser navê Platforma Parastin û Pêşxistina Amedê got: “Ji ber ji şeva ewil ve ew tedbîrên pêwîst wernegirtine û dîsa ji ber di dema leyîstina yarïyê de ew qewimînên ku aştiya civakî hedef girtibûn rûdabûn di serî de divê lêpirsîn li  waliyê Bursayê û revebirê ewlehiya Bursayê û ew berpirsên raya giştî ku berpirsiyariya wan di rûdanan hene were vekirin û heta  encamê ew ji kar werin dûrxistin.”

Serokê Tîma Amedsporê Silhedîn Yildirim jî bertek nîşanî xemsariya rayedarên pêwendîdadar da û got: “Bêguman li wir rewşek tendirust tunebû. Ewlehiya canî ya yarîzanan tune bû. Divê ew yarî nehatiba leyîstin. Divê yan turubîn hatibana valakirin an jî divê yarî hatiba paşxistin, lê ev yek nekirin.”

Tevî rûdanên qewimî yariya ku hate lîstin de Amedspor bi encama 2 û 1 têk çû û herwaha li gorî daxuyaniya walîtiya Bursporê hejmarek kesên tevlî erîşa li dijî Amedsporê bûne hatine desteserkirin û lêpirsîna berfirehkirî jî berdewam dike.