Werzîşvanekî Kurd beşdarî şampiyona Ewropayê dibe

07-03-2022
RÛDAW
Werzîşvanê Kurd Baran Çelîk beşdarî Pêlewaniya Ewropayê dibe
Werzîşvanê Kurd Baran Çelîk beşdarî Pêlewaniya Ewropayê dibe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  - Ciwanekî Kurd Baran Çelîk ku ji xelkê Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye, di nava tîmên şampiyona Navdewletî de cih digire ber bi serkeftinên nû ve diçe.

Li navçeya Cizîrê ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ciwanê Kurd Baran Çelîk ku di 6 saliya xwe de dest bi werzîşê kiriye ev 9 sal in bê navber rahenanê dike û ber bi serkeftinên nû diçe.

Baran di Şampiyona Navdewletî, Balqan, Ewropa û Cîhanê a Wushu Kug Fu de ku di Sibata 2022ê li Antalyayê hat kirin de di beşa 75 kîlo de bû yekem.

Werzîşvan Baran Çelik dibêje: “Ligel 3 rahêneran ez rahenên xwe berdewam dikim. Ez dixwazim li Ewropayê jî biser kevim û dilê malbata xwe jî şad bikim.”

Baran bi armanca ku di Şampiyona Ewropayê de madalyeya zêr qezenc bike ligel rahênerê xwe di hefteyê de 5 rojan rahênanê dike.

Rahêner Cudî Çelik jî got: “Niha em ligel Baran rahena xwe dikin û baş derbas dibe. Em gelekî û baş dixebitin. Armanca me ew e li Ewropayê bibe şampiyon.”

Baran dê di Gulana 2022ê de bo madalya zêr qezenc bike dê li Bulgarîstanê beşdarî Şampiyona Ewropayê bibe. Li gor amarên Reveberiya Ciwan û Werzîşê ya Şirnexê hejmara werzîşvanên bajêr di nav 5 salan de ji 14 hezaran bo 43 hezaran zêde bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst