Brezîlya bi 4-1 ji Koreya Başûr bir

Hewlêr (Rûdaw) - Brezîlya di pêşbirka qonaxa 16an a Kûpaya Cîhanî de Koreya Başûr 4-1 têk bir û di çaryeka fînalê de bû hevrikê Kirwatyayê.

Di pêşbirka qonaxa 16an a dawîn a Kûpaya Cîhanî ya FIFAyê ya 2022an de ku li Qeterê tê li darxistin, Brezîlya û Koreya Başûr li Stadyûma 974 a Dohayê hatin hemberî hev.

Brezîlya ku yek ji tîmên favorî yên tûrnûvayê ye, Koreya Başûr bi skora 4-1 têk bir û navê xwe li nav 8 tîmên dawî nivîsand.

Golên Brezîlyayê di nîveka yekem de di xuleka 7an de ji aliyê Vinicius Junior, di xuleka 12an de Neymar (p), di xulake 29an de Richarlison 29 û di xuleka 36an de Paqueta ve hatin avêtin.

Paik Seung-Ho di xuleka 77an de yekane yekane gola Koreya Başûr tomar kir.

Brezîlya dê roja Înê di 9ê Berfanbarê de di çaryeka fînalê de bi Kirwatyayê re were hemberî hev.