Welatiyekî kêmendamê Filistînî bûye pisporê ping pongê

Hewlêr (Rûdaw) - Ebdilqadir Abû Libde temenê wî 42 sal in, xelkê navçeya Refeh a Filistînê ye, ji zikmakî ve kêm endam e,  niha ligel malbata xwe di rewşeke xirab a aborî de dijî, lê tevî van hemû astengiyan, wî ji zaroktiya xwe ve dest bi lîstika ping pongê kiriye û niha bûye lîstikvanekî pispor ê vê lîstikê.

Ebdilqadir Abû Libde, Welatiyê Filistînî, dibêje, “Herdû destên min nînin, du pêçî bi destê çepê û du pêçî bi destê min ê rastê ve hene, ji zikmakî ve ez kêmendam im, lê ez hest nakim kêmendam im, ji ber kêmendambûn bi mejî ye, ne bi tevgerê ye, ji sedî 90ê karê xwe ez bi xwe dikim, tenê ji sedî 10 alîkariya kesên din dixwazim, ew jî rakirina tiştên giran in.”

Ebdil Qadir di gelek qehremaniyên Erebî û Navdewletî de nûneratiya Filiestînê kiriye û gelek caran madalyayên zêr, zîv û bronz bi dest xistin e.

Ebdilqadir Abû Libde, Welatiyê Filistînî, dibêje, “Ez beşdarî gelek qehremaniyên Erebî û Ewropî bûm û min gelek madalyayên zêr, zîv û bronz bi dest xistin, ji zarokatiya xwe ve ez rahênanê dikim, min gelek zehmetî dîtin, heta min karî bibim lîstikvanekî baş ê vê sporê."

Xewna Ebdilqadir ew e ku bibe balyozê kesên kêmendam di vê sporê de li ser asta cîhanê û bibe rahênerê vê sporê û kesên kêmendam perwerde bike.