Îro maça Amedsporê heye: 'Malbata Amedsporê hûn amade ne?'

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amedspor Esenler Erokspor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor û Esenler Erokspor îro li Antalyayê di maça Hefteya 8emîn a Lîga Yekemîn de tên pêşberî hev.

Ji ber ku Stadyûma Amedsporê ne hazir e lîstika Amedspor û Esenler Eroksporê dê saet 19:00an li Stadyûma Corendon Airlines Park Antalyayê bê lîstin.

"Malbata Amedsporê hûn amade ne?"

Amedspor li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi Kurdî peyamek belav kir û banga beşdarbûna lîstikê kir û got, "Malbata Amedsporê hûn amade ne?"

Amedspor hefteya borî li Stadyûma Rihayê bi tîmeke din a Bakurê Kurdistanê Yeni Malatyasporê re lîst û ew 4-2 bir.

Amedspor di Lîga Yekemîn a TFFyê de bi 12 pûanan di rêza 6an de ye û Esenler Erokspor jî bi 9 puanan di rêza 15an de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst