Tîma Zaxoyê û Istanbulspor dê maçeke dostaniyê bikin

Hewlêr (Rûdaw) – Tîma Istanbulsporê ya ku di Lîga Yekem aTrendyolê de ye dê bi Tîma Zaxoyê re maçeke dostaniyê bilîze.

Li gorî zayariyên ku Nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak ji berpirsên Tîma Zaxoyê standine, dê maç 8ê Îlonê li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê li Stada Necmî Kadioglu ya Îstanbulsporê were lîstin.

Klûba Werzişê ya Zaxoyê 1987an hatiye damezirandin.

Ji ber sedemên siyasî Tîma Zaxoyê heta sala 1990î beşdarî lîgên Îraqê nedibû.

Sala 1990-91ê Tîma Zaxoyê beşdarî Lîga Sêyemîn a Îraqê bû.

Her wiha sala 1992-1993yan Tîma Zaxoyê bû şampîyonê Lîga Sêyem a Îraqê.

Sala 2015-16an Tîma Zaxoyê derbasî Lîga Premier a Îraqê bû.

Tîma Zaxoyê aniha di Lîga Yekem a Îraqê de ye.