Cristiano Ronaldo nasekine: 900 gol!

13 demjimêr berê
Nîşan Cristiano Ronaldo 900 Gol Rekor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Lîstikvanê Portugalî Cristiano Ronaldo bû futbolîstê yekem ê cîhanê ku gihişt 900 golî.

Şeva borî Portugal û Xirwatistan di çarçoveya maça Lîga Ayê ya Neteweyan ya UEFAyê de li Lîzbona paytexta Portugalê hatin pêşberî hev.

Portekîz xuleka 7an bi gola Jose Diogo Dalot 1-0 ket pêş.

Cristiano Ronaldo xuleka 34an ferq kir 2.

Jose Diogo Dalot xuleka 41ê golek avêt qeleya xwe û maç 2-1 bi dawî bû.

Cristiano Ronaldo bi vê gola xwe re bû futbolîstê yekem ê cîhanê ku gihiştiye 900 golî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst