Îtalya bû fînalîstê yekem

07-07-2021
RÛDAW
Nîşan Îtalya Îspanya EURO 2020
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di pêşbirka nîv fînala EURO 2020 an de Îtalya û Îspanya hatin hemberî hev. Di dawiya 120 xulekan de pêşbirk 1-1 bidawî bû û Îtalya di penaltiyan de bi 4 – 2 Îspanyayê têk bir û bû yekemîn fînalîst.

Îtalya û Îspanya li stadyûma Wembleyê ya Brîtanyayê hatin hemberî hev. Dema asayî 1-1 wek hev bi dawî bû.

Di dema dirêkirî de jî deng ji herdû aliyan derneket û penaltiyan fînalîstê yekem diyar kir.

Îtalya di xuleka 60emîn de bi gola Federico Chiesa 1-0 ket pêşa Îspanyayê. Îspanya jî du xuleka 80 da bi gola Alvaro Morata bersiv da Îtalyayê û skor bû 1-1 û dema asayî wiha bi dawî bû.

Di dema dirêjkirî de jî ti alî bi serneket. Îtalya di penaltiyan de bi 4 – 2 Îspanyayê têk bir û derket fînalê.

Îtalya dê di 11 Tîrmehê de bi serketiyê pêşbirka Înglîstan-Denmarlê re fînal bileyze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst