FIFA 2018 – Brezîlya jî xatir ji kûpayê xwest: 2-1

Moskow (Rûdaw) – Di çarçoveya yariyên vavartinê yên Kûpaya Cîhanê ya Rûsya 2018ê de, Belçîka li hember Brezîlyayê bi 2-1 serkeft û derkete nîvfînalê.

 

Favoriyê Kûpaya Cîhanê herdu tîmên welatê Brezîlya û Belçîka li yarîgeha Kazan Arena hatine pêşberî hev.

 

Belçîka pir baş dest bi yariyê kir û di xuleka 13ê de ji kornerê top hat û lîstikvanê brezîlî Fernandinho gok bi şaşî avête nav tora xwe û encam bû 1-0.

 

Di xuleka 31ê de vê carê Kevin De Bruyne goleke nûwaze tomar kir û encam bû 2-0 û beşa yekemîn wiha bidawî bû.

 

Di beşa duyemîn de Brezîlya êrîşên xwe zêde kirin û di xuleka 76ê de Renato Agusto bi serê xwe golek avêt û encam bû 2-1.

 

Di xulekên din de hemû hewldanên Neymar û hevalên wî bêencam man û yarî bi 2-1 bidawî bû.

 

Bi vî awayî sûprîzeke din pêk hat û piştî Almanya û Arjantînê, Brezîlyayê jî xwatir ji kûpayê xwest. Herwiha piştî van encaman êdî ji parzemîna Amerîka û parzemînên din ti tîm neman. Eşkere bû ku dê tîma dewletekî ewropî Kûpaya Cîhanê bibe.

 

Piştî van encaman di nîvfînalî de Belçîka bû rikberê Fransayê.