Navenda Nûçeyan – Di çerçovaya Şampiyonaya EURO 2016ê de tîma Portugal bi encama 2-0 tîma Walesê bir.
Di qonaxa nîvê ya Şampiyonaya EURO 2016ê de herdû tîmên Portugal û Wales îşev saet 22.00ê hatin hemberî hev.
Nîveya yekem a yariyê ti gol nehatin avêtin.
Di xûleka 49an de yarîzan Ronaldo û di xûleka 54an de Nani, yên tîma Portugulê her yekê golek tomar kirin.
Bi vê encamê Portugal bû finalist. Sibê ji yariya Almanya û Fransa kîjan serbikeve Portugal dê bibe rikeberê wê.
Almanya û Fransayê sibe saet 22.00ê li bajarê Marsilyayê yê Fransê dê bêne hemberê hev.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse